NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Ji Îranê 9,5 milyar dolar hinardeyî Iraqê dike

Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiya Îranê Peyman Pak ragihand ku hinardekirina Îranê bo Iraqê 9.5 milyar dolar bûye.

Alîkarê Wezîrê Pîşesazî yê Îranê Elîriza Peyman Pak di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand, sala borî hinardekirina Îranê bo Iraqê giheştiye 9.5 milyar dolaran û li gorî sala borî 1.5 milyar dolar zêde bûye.

Peyman Pak da xuyakirin, ku Îran li Iraqê xwediyê aktîvtirîn ataşeyê bazirganiyê ye û got, Besra, Necef, Herêma Kurdistanê û Kerbelayê toreke berfireh a herêmî ava kirine.

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku Îranê çendîn navendên bazirganiyê li bajarên girîng û curbicur ên Iraqê ava kirine û tekez kir, ku di van salên dawî de wan herî zêde pêşangeh li Iraqê ava kirine.

Başa dön tuşu