IraqNûçeRojhilatanavin

Ji Iraqê bo Tirkiyeyê daxuyaniyek din

Wezîrê Karên Derveyê ya Iraqê Îbrahîm el Caferî ragihand ku qebul kirina leşkerên Tirkiyeyê ya li Başîqayê nemumkûne, lê pewendiya di navbera gelan pesindanan heq dikin.

Caferî piştî civîna Konseya Hevkariya Iraq û Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîna çapameniyê de pêwendiyên bi Tiryeyê re nirxand.

Wezîr diyar kir ku berjewendiyên hevpar ên cîrantiyê ya bi Tirkiyeyê re heye, bazirganiya di navbera her du welatan de nêzî 18 mîlyar dolarî ye. Herwiha wezîr desnîşan kir ku li hemberî kirinên Tirkiyeyê şaş û metal dimînin. Leşkerên tirk niha li Başîqayê ne, min di axaftinên xwe yên li Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî de jî got, ev yek nayê qebulkirin û em vê yekê bi tûndî rexne dikin. Hikûmeta tirk divê vî yekê bizane ku têkiliyên me di navbera ne walîtiyan de ye di navbera dewletan deye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu