CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Ji Koreya Bakur bo Amerîka: Em amade êrişî keştiya şer bikin

Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew amade êrişî keştiya şer a USS Carl Vinson ku Amerîkayê ew şandiye Nîvgirava Koreyê.

Gengeşiya navbera Koreya Bakur, Amerîka û hevalbendên wan ên asyayî zêde dibe. Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara şandina keştiya şer a balafiran USS Carl Vinson bo Nîvgirava Koreyê da vê carê jî Partiya Karker ku li Koreya Bakur li ser rêvebiriyê ye bersiveke tund da.

Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, rojnameya Rodong Sinmun ku weşana fermî ya komîteya navendî a partiyê ragihandiye ku hêzên me yên şoreşger dikarin bi yek derbê keştiya şer a balafiran a Amerîkayê binav bikin û ji şer re amade ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu