EwropaNûçe

Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê’

Parlamentoya rêvebiriya xweser a Katalonyayê ku ji bo serxwebûna xwe ragihîne hewldanan dike, biryar da ku di Îlona 2017an de referanduma serxwebûnê li dar bixe.

Li Katalonyayê bi pêşengiya tifaqa Ji bo Erê Yekîtî (Junts pel Si) û bi piştgiriya Partiya Namzedên Yekîtiya Gel (CUP) hewldanên ragihandina serxwebûnê dimeşînin û îro mijara serxwebûnê dîsa li Parlamentoya Katalonyayê anîn rojevê. Di parlamentoyê de bi yekdengiya CUP û Junts pel Siyê biryar hat dayîn ku di Îlona 2017an de ji bo serxwebûnê referandum were li dar xistin û li gorî encamên referandumê jî di Edara 2018an de hilbijartina giştî were kirin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu