ÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama gotûbêjên Zerîf li kêleka Konfêransa Ewlehiyê ya Monîxê

Wezîrê karên derve yê Îranê li kêleka Konfêransa Ewlehiyê ya Monîxa Almanê digel sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), serokoamrê Slovêniyê, wezîrê karên derve yê Okraynê û wezîrê berevaniyê yê Pakistanê hevdîtin û gotûbêj kir.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê berêvariya şemiyê di duyemîn roja hizûra xwe li Konfêransa Ewlehiyê ya Monîxê û li kêleka wê digel Antonyo Gotrêş sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hevdîtin pêk anî û bi wî ra li bara guhertinên navneteweyî û navçeyî ji wan têkoşîna cîhanî li dijî têrorîsmê gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li hevdîtina xwe ya tev Xwace Asêf wezîrê berevaniyê yê Pakistanê li bara peywendiyên duyalî û têkoşîna li hemberî têrorîsmê bi wî ra axivî.

Zerîf digel Barot Paxor serokoamrê Slovêniyê û Paolû Klîmkîn wezîrê karên derve yê Okraynê jî li Monîxê gotûbêj kir.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê ji bo beşdariya li pêncî û sêyemîn dora Konfêransa Ewlehiyê ya Monîxê gihîşte bajarê Monîxa navenda Parêzgeha Bayêrna Almanê.

Seyd Ebas Iraqçî cîgirê hiqûqî û karên navneteweyî û Mecîd Text Rewançî cîgirê warê Ewropa û Amerîkayê yê wezîrê karên derve yê Îranê hevrêtiya wî li sefera Almanê kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu