CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Ji Putîn daxuyaniya li ser Îdlibê

Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê got, “(Operasyona eskerî ya li Îdlibê) Ez vê piştguh nakim. Lêbelê bi dostên xwe yên Sûriyeyê ra difikirin ku ev ji bo îro tiştekî di cî da nîne.”

Li gor daxuyaniya ji Kremlînê hat dayîn, Putîn piştî konferansa “Şaxek, Rêyek” ya li Pekîna paytextê Çînê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên Sûriye û Ukraynayê nirxand.

Putîn ji bo operasyonên li ser komên eskerî yên li Îdlibê got, “Ez vê piştguh nakim. Lêbelê bi dostên xwe yên Sûriyeyê ra difikirin ku ev ji bo îro tiştekî di cî da nîne.”

Putîn got sedema derengketina avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê komên mixalif in û wiha pê da çû: “Em ê bi hemû komên mixalif ra bixebitin. Ji bo avakirina komîteyê israr bikin û hewlên xwe bidomînin. Lewra dibê vê wekî destpêka pêvajoya siyasî bifikirin.”

Başa dön tuşu