CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Stratejiya DYA ya Efxanistanê eşkere bû

Donald Trumpê Serokê DYAyê li baregeha leşkerî ya Fort Myerê ya li Virginiayê axivî û stratejiya şer a der barê Efxanistanê da eşkere kir.

Donald Trump wiha got: “Li Efxanistanê û herêma berfireh talûkeyên ewlehiyê yên ku em ê pê ra rû bi rû bimînin zêde ne.”

Trump destnîşan kir ji vir pê da wê şert û mercên li qadê stratejiya wan eşkere bike.

Donald Trump diyar kir vekişîna demildest a ji Efxanistanê nayê qebûlkirin û got wê ev bibe sedema valahiya îqtidarê.

Trump destnîşan kir gelê Efxanistanê wê ewlehiya neteweya xwe pêk bîne û wiha got: “Gelê Efxanistanê wê neteweya xwe ava bike û pêşeroja xwe eşkere bike. Em dixwazin sekeftî bibin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu