IraqNûçeRojhilatanavin

Ji sedî 50`ê parêzgeha Nêynewayê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê hat derxistin

Artêşa Iraqê ragihand ku ji dema destpêbûna opêrasiyona azadkirna bajarê Mûsilê di 17`ê Cotmeha 2016`an da heya niha ji sedî 50`ê rûbera vê parêzgehê hatioye azadkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, sertîp Yehya Resûl berdevkê fermandetiya hevpar a Iraqê roja şemiyê got: Hêzên iraqî ji destpêka opêrasiyona çekdarî li Mûsilê karîne ku nîvê rûbera parêzgeha Nêynewayê bixin bin kontrola xwe ku pirraniya e deverana ketine bin kontrola hêzên şerê dijî têrorîsmê û hêzên tîpên yekem û duyem ên artêşa Iraqê.

Berdevkê fermandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê bal kişande ser viya ku opêrasiyona çekdarî ji bo azadkirina peravên rojhilatî yên Dicleyê li Mûsilê hema wisa didome û destnîşan kir: Têrorîstan tu cîgeheke xwe li Iraqê tunînin.

Her viha Ehed Cume pizişkê navenda tendirustiyê ya Kokçeliyê li rojhilata Mûsilê got: 16 meytên welatiyên sivîl ên iraqî ji wan meytê çend jinan raberî vê navendê hatine kirin ku ji ber topbarana DAIŞ`ê li ser taxên Qadisiye, Eden, El Tehrîr û El Zehraya Mûsilê canê xwe ji dest dane (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu