CîhanEfrîqaNûçe

Li Nijeryayê êrîşa çekdarî: 18 kes hatin kuştin

Berdevkê polîsê nîjerî Mohammed Shehu da xuyakirin, di encama êrîşa li gundê Biranî yê girêdayî eyaleta Zamfarayê rû daye de, 18 kes mirine.

Li gor daxuyaniya Shehu hîn nasnameya koma êrîşkar nehatiye zanîn û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.

Tê texmînkirin ku şer di navbera cotkar û şivanên herêmê de derketiye.

Li herêmê car caran şer û pevçûn di navbera cotkar û şivanan de derdikeve ku beriya niha jî di êrîşeke li eyaleta Plateauyê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu