IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm serokomarê Iraqê roja duşemê qanûna tevlîbûna hêzên gelanî yên Iraqê nav hêzên çekdar ên vî welatî wajo kir

Fuad Mesûm serokomarê Iraqê roja duşemê qanûna tevlîbûna hêzên gelanî yên Iraqê nav hêzên çekdar ên vî welatî wajo kir.

Li gorî rapora malpera iraqî ya Sumiriyê, nivîsgeha serokomariya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Wajokirina qanûnê di rastiyê da rêzgirtina li hemî ewlad û zarokên iraqî ye ku li riya berevaniya ji vî welatî û parastina dewletê li ber koma têrorîst a DAIŞ`ê û kesên ku biryara dijminatiya digel vî welatî dane, seferber bûn û li ber xwe dan.

Parlemana Iraqê di 26`ê Mijdara 2016`an bi pirraniya dengan qanûna Rêxistina Hêzên Gelanî yên Iraqê bi navê “Rêxistina Heşdî Şebî“ pejirand.

Li ser esasa vê qanûnê Rêxistina Heşdî Şebî dema qewimîna gefên ewlehiyê gereku piştî wergirtina fermanê ji fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê li warê wêdabirina gefan bikeve tevgerê.

Rêxistina Heşdî Şebî (seferberiya gelanî) herwviha mafê xwe yê cihanîna opêrasiyonê ji bo têkbirina xeterên ewlêhî û têrorîstî, azadkirina bajaran ji bin kontrola têrorîstan û parastina ewlehiya bajaran heye.

Qanûna Rêxistina Heşdî Şebî ya Iraqê 11 madeyên xwe hene ku li bara karên cîbicîbûna şixulan, bilindtirkirina dereceyê û karên rêvebiriyê yên hêzên Heşdî Şebî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu