CîhanEfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Pakistanê êrîş: 9 xwendevan mirin û 35 xwendevan jî birîndar bûn

Li pakistanê êrîş birin ser avahiya razana xwendevanên zankoyê û di encamê de 9 kes mirin.

Bûyer li bajarê Peşawerê çêbû û êrîş ji aliyê 4 kesan ve hat kirin. Her 4 kes êrîş birin ser avahiya razanê ya ku malê zankoyê ye. 9 xwendevan mirin û 35 xwendevan jî birîndar bûn. Her 4 kesên êrîşker jî hatin kuştin.

Êrîşkar bi sîlihan li xwendekaran xistin. Di navbera hêzên asayîşê û êrîşkeran de li dora 2 sietî şer dewam kir. Ji ber ku tatîla hefteyê ye, li avahiya razanî li dora 120 xwendevan mabûn. Xwendevanên din hemû çûbûn mala xwe. Di rojên xwendinê de 400 xwendevan li avahiyê dimînin.

Êrîşê Talîbana Pakistanê girtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu