ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Jinên Êzidî li Erebistanê tên firotanê

Nûnerê berê yê Êzîdiyên Iraqê li Parlimana vî welatî, ji bernameya lêkolîna li ser veguhestin û firotina jinên Êzîdî yên dîl di destê DAIŞ`ê de li Erebistanê û hin welatên Ereb ên dorhêla Kendava Farsê agahî da.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Hecî Jundur El Şêx, nûnerê berê yê Êzîdiyên Iraqê li Parlimana vî welatî, got: Hin agahî di destê me de hene ku nîşan didin jinên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, Erebistanê û hin welatên din ên Ereb re hatine veguhestin.

El Şêx herwiha ji pêkanîna dosya dadweriyê bo gornên komkî yên goriyên Êzîdî yên di encama êrişa DAIŞ`ê ser navça Şingalê li bakûra Iraqê piştî bidawîhatina hevdengiyan bi Herêma Kurdistanê re agahî da.

Koma Terorîst a DAIŞ`ê bi êrişa ser Şingala Iraqê di sala 2014`an de, mêrên Êzîdî kuştin û jinan ji bo bikaranîna nerewa ya ji hêla cinsî ve û firotina wekî berdeyan dîl girtin. Hinek ji wan jinan bi hewldana hêzên Heşda Şebî û hêzên çekdar ên Iraqê di mideha salên şerrê bi DAIŞ`ê re ji destê vê koma terorîst hatin azadkirin lê hîn çarenivîsa hejmareka berbiçav a vê kêmîneya olî nediyar

Başa dön tuşu