IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Jinên ku ji destê DAIŞê reviyan gotin: “”Em hê jî ji DAIŞê ditirsin û rica dikin wêneyên me nekişînin, hê jî xizmên me di destê wan de ne û dibe zirarê bidin wan. Gelek zilm û zordarî li me dikir”

Bi serpereştiya artêşa Iraqê operasyona rizgarkirina Mûsilê kete roja xwe ya 20emîn û sivîlên li bajêr direvin. Jinên ku ji Mûsilê xwe ji destê DAIŞê xelas kirin kêfxweş in û serpêhatiyên xwe ji ajansa Spûtnîkê re vegotin.

Jina bi navê Aliyye Bozan behsa zilma li ser jinan kir û got: “Em hê jî ji DAIŞê ditirsin û rica dikin wêneyên me nekişînin, hê jî xizmên me di destê wan de ne û dibe zirarê bidin wan. Gelek zilm û zordarî li me dikir. Jineke ku min jî nas dikir ji bo ku tekilya wê bi mêrêkî re hebû li nava sûkê li pêşberî herkesî bi keviran kuştin. Hê jî ew dîmênên kevirkirina jinê li pêşberî çavê min e û ez dikim nakim jibîr nakim. Her çikas jinikê lavelav kir jî milîtanên DAIŞê bi dengê Allah û Ekber kevir dadikirin jinikê û ew kuştin. DAIŞê ne tenê ev jin gelek kesên din bi qamçî û cureyên îşkenceyan kuştin.”

Kewser Hesoya 48 salî ya mûsilî jî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: “Li Mûsilê nêzî 2 sal û 6 mehan em di bin zordariya DAIŞê jiyan. Piştî ku DAIŞ kete Mûsilê her tişt guherî, lê ji bo jinan jiyan wekî mirinê bû. Qaîdeyên DAIŞê bi tuj û dijwar bûn. Digotin divê tenê çavên jinan werin dîtin û heke yek mûyê serî were dîtin wê cezayê 50 qamçî bixun. Ji bo ku carekê keçeke cîrana me ji bo piçek por vekirî derî li bavê xwe vekir cezayê 50 qamçî dane.”

Heso di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji bo ku em şîe bûn DAIŞê zêdetir zilm û zordarî li me dikir. DAIŞê li gorî suniyan zêde zilm li kesên şîe dikir. Pir zêde ji me aciz dibûn. Ji xeyrî suniyên ereb ji herkesî re nebaş bûn. Li Mûsilê zilm li xristiyan, asûrî û li kurdan jî dikirin. Ji bo ku li mala me wêneyê hezretî Elî dîtin zilamê min û zarokê min hemû birin îşkence li wan kirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu