Jinên Qamişliyê bona piştgiriya ji artêşa Sûriyê xwenîşandan bi rê xistin
Bi dehan kes ji jinên bajarê Qamişliyê li parêzgeha Hesekê bona protestokirina gefên rayedarên Tirkiyê li dijî yekperçetiya erdê û piştgiriya ji artêşa Sûriyê vê sibê xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, ev meşa ji meydana El-Sebe Behratê ber bi meydana navenda ferhenga erebî destpê bû.
Li vê meşê jinên sûrî bi bilindkirina alayên welatê xwe û plakardan bona piştgiriya ji artêşa Sûriyê, gefên rayedarên Tirkiyê li dijî yekitî û yekperçetiya erdê Sûriyê û piştgiriya vî welatî ji komên terorîstî şermezar kirin.
Xwenîşanderan bal kişandin ser vê yekê ku artêşa Sûriyê tenê garantorê yekitiya gel û parastina yekperçetiya erdê vî welatî û tenê qaweta neteweyî ye ku dikare li hember terorîzmê û destdirêjkirên biyanî raweste, gefa Sûriyê ji aliyê rayedarên Tirkiyê weke bihêzkirina dubare bo komên çekdar ên teorîstî dan zanîn.
Jinên sûrî gefên Tirkiyê bona êrişa ser navçên rojhilata Firata Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku her cure plana destdirêjkirane ya nû li dijî nizama Sûriyê dê işkestê bixwe.