NûçeRojhilatanavinSûriye

Jordaxistina balafira bêpîlot a DAIŞ`ê li Sûrîyê

Artêşa Sûrîyê balafireke bêfirokevan a koma têrorîst a DAIŞ`ê li derdora Dêrezorê li rojhilata vî welatî jorda xist.

Hêzên sûrî li opêrasyoneke hewayî karîn ku balafireke bêfirokevan a DAIŞ`ê sernixûn bikin û gellek têrorîstan li devera Dêrezorê û derdora wê bikujin.

Artêşa Sûrîyê herwiha cihê kombûn û maşînên têrorîstên DAIŞ`ê li derdora Meqabir li beşa başûr a baajrê Dêrezorê kirin armanca êrişa xwe ku di encamê da gelek têrorîst hatin kuştinê yan birîndar bûn û maşînên wan jî di nava êgir da man.

Hêzên sûrî herwiha di encama opêrasyonekê li dijî baregehên têrorîstan li rojhilata bajarê Silêmanîyê kirin armanc ku bilî têkbirina 2 tankan, cebilxane û alavên serbazî yên têrorîstan hatin têkbirinê.

Di encama vê opêrasyonê da 8 têrorîst hatin kuştinê û 5 têrorîst jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke din di encama êrişên hewayî ser baregehên DAIŞ`ê li rojhilata Hemayê da jî 29 têrorîst hatin kuştinê û 6 maşînn wan ên tijî sîlehên giran hatin têkbirinê.

Yekîneyeke hêzên artêşa Sûrîyê jî êrişa têrorîstên Cebhetunusrê ya bi maşîneke bombekirî ku ser rawestgeheke leşkerî li Derayê pêk hat, bêencam kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu