IraqNûçeRojhilatanavin

Li Iraqê bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve 6 êrîşên xwekujiyê hate lidarxistin

Li Iraqê bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve 6 êrîşên xwekujiyê hate lidarxistin. Di encama êrîşê de 14 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 20 polîs jî birîndar bûn.

Ji Hêzên Polîsê Federal a Iraqê Haris Kazim bi daxuyaniyekê ragihand, 6 çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê devera Bab El-Tobê êrîşî bereyên polîsan kirine.

Kazim diyar kir, ku di encama êrîşan de 14 polîsan jiyan xwe ji dest dane û 20ê wan jî birîndar bûne. Herwiha çekdarên DAIŞê 2 avahiyên polîsan jî xistine bin kontrola xwe.

Herwiha Haris Kazim destnîşan kir, ku demeke şûnde bi operasyonên esmanî ew her du avahî cardin ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û di operasyonê de 17 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Weke din hat ragihandin ku hêzên Heşda Şeibî li başûrê parêzgeha Selahedîn 2 êrîşkarên xwekujiyê yên DAIŞê kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu