ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Jordaxistina balafireke din a bêfirokevan a Erebistanê li Yemenê

Artêşa Yemenê û hêzên gelanî yên ser bi Ensarulahê duh balafireke din a bêpîlot a Erebistanê li çola Mîdîyê li parêzgeha Heceyê li rojavaya Yemenê jorda xistin.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, eva duyemîn balafira bêfirokevan a Erebistanê ye ku mideha 24 sietên buhurî da bi destê hêzên yemenî hatîye jordaxistin.

Hêzên yemenî balafireke bêfirokevan a Erebistanê roja şemîyê li başûra çola Mîdîyê li parêzgeha Hecê li rojavaya Yemenê jorda xistin.

Balafirên cengê yên Erebistanê jî devera Qutbîn li devera Nehem a Yemenê li bakûra Sena paytexta vî welatî dan ber bombeyan.

Erebistan ji 26`ê Adara 2015`ê va bi piştgirîya Amerîka û Ingilîsê êrişî yemenê dike. Di encama van êrişan da heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştinê û birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu