AborîCîhanErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Kanada lê digere peymana firotina çekan a bo Erebistanê ibtal bike

Dewleta Kanadayê ragihand ku hewil dide ji peymana firotina çekan a bo Erebistanê vekişe.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji bo cara yekem û piştî berfirebûna rexneyên civaka navnetewî li hemberî cinayetên Erebistanê li Yemenê û herwiha kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexneker ê Seûdî got: Dewleta wî bi dû rêyekê ji bovekişîna ji peymana çend milyard dolarî ya firotina çekan bo Erebistanê ye.

Gotinên Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau nîşan didin ku lewza wî li hemberî Erebistanê tûj bûye ji ber ku wî berê gotibû ku cezayên giran ji bo dirrandina vê peymana 13 milyard dolarî ya derheq firotina maşînên zêrêhî hene.

Wî berî vîya jî gitobû ku Kanada heke bigihêje wê encamê ku ji vê peymanê sûd narewa hatîye wergirtinê, diqewime belgeyên derfirotina wan rawestîne.

Serokwezîrê Kanadayê di vî halî da got ku me îznên derfirotinê hilkolandine ta ku were zelalkirinê ka rêyek ji bo kutakirina firotina wan çekan ji bo Erebistanê heye yan na.

Neyarên sîyasî balê dikişînin ser kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexneker ê Seûdî û rola Erebistanê di şerê Yemenê da û pêgirîyê dikin ku divê Justin Trudeau vê peymanê ku di dema dewleta berê ya Kanadayê da hatîye girêdanê, bi dawî bîne.

Başa dön tuşu