NûçeRojhilatanavinYemen

Karbidestên Yemenî bertek nîşanî gotinên Biden dan

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Yemenê û berdevkê Ensarullah bersiv da îdiayên Amerîkayê ya derbarê rawestandina piştgiriya ji cengê Yemenê û tekez kir ku Yemenî dê bi axaftinên bi vî rengî neyên xapandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, “Muhemed Elî El-Husî”, endamê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê, şeva Pêncşemê li ser rûpela xwe ya Twîtterê nivîsî ku her kiryarek ku dorpêça Yemenê bidawî neke nayê hesibandin.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan roja Pêncşemê got ku Serokomar Joe Biden piştgirîya vî welatî ji operasyonên êrişkarane li Yemen radiwestîne.

“Muhemed Ebdulselam, serokê desteya danûstandinan a Hikûmeta Rizgariya Niştimanî ya Yemenê û berdevkê tevgera Ensarullah jî got:” Damezirîna Aştiyê li Yemen maye ser bidawîanîna dagîrkerî û êrîşên li dijî yemenê û rakirina dorpêçên li dijî vî welatî.”

Ebdulselam diyar kir ku bijardeya desdirêjî û êriş û dorpêça koalîsyona Siûdî ji bo êrişkaran li hember berxwedana efsanewî ya neteweya mezin a Yemenê têkçûnek giran bû.

Berdevkê tevgera Ensarullah behsê şiyana mûşekî ya welatê xwe ji bo pêşîgirtinê li hember êrişên hevalbendiya siûdî kir û got ku mûşekên Yemenî ji bo parastina welat in û ragirtina wan maye ser  bidawîhatina tam a êriş û dorpêça li dijî Yemenê.

Erebistana Siûdî, bi piştgiriya Amerîkaî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) û çend welatên din, ji Adara 2015 û vir ve dorpêça bejahî, deryayî û hewayî li dijî Yemenê dasepandin û dest bi êrişên berfire yên  leşkerî  li dijî Yemenê kir. Li Yemenê derketina şer ji aliye Erebistana Siûdî û hevalbendên wê ve heya niha ji 17 hezarî zêdetir Yemenî kuştin, bi deh hezaran kes birîndar kirin û bi mîlyonan Yemenî koçber bûn.

Başa dön tuşu