ÎranNûçeRojhilatanavin

Hûrgiliyên pêşnumaya bûdca giştî ya sala tê ya Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, pêşnumaya bûdca 320 hezar milyar timenî ya sala tê ya welêt raberî meclîsa şêwra îslamî kir.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja yekşemiyê li civîna  eşkere ya meclisa Şêwra Îslamî  beşdar bû û pêşnumaya  bûdca giştî ya Îranê ku sercem 320 hezar milyar timen hatiye  texmînkirin û pêka texmîna îsal sedî 8.84 zêde bûye raberî meclîsê kir.

Li pêşnumaya  bûdca sala  tê ya Îranê para hemî derhatên  niftê li çavkaniyên giştî yên dewletê 110 hezar milyar timen hatiye berçavgirtin.

Derhatên niftê yên sala tê ya Îranê pêka bûdca îsal sedî 48 zêde bûye.

Her wiha  li pêşnumaya  bûdca giştî ya Îranê buhaya  her bermîla niftê 50 dular ahtiye berçavgirtin ku ev reqema jibo îsal 40 dular e.

Nirxa dularê jî li bûdca sala tê ya îranê 3300 timen hatiye berçav girtin.

Li gorî ayînama navxweyî ya meclîs Şêwra  Îslamî ya Îranê nunerên meclîsê piştî belavkirina  pêşniyarqanûna  bûdca giştî ya welêt 10 roja dema wan heye  pêşniyarên xwe li bara  bûdca sala tê raberî komîsyonên pisporiyê ya meclîsê bikin .

Komsîyonên pisporiyê yên meclîsê jî 15 rojan dema wan heye da ku rapora xwe bişînin ber destê komîsyona yekgirtîbûnê ku jibo hilkolandina  pêşnumaya bûdcê tê lidarxistinê .

Komsîyona Yekgirtîbûnê ya meclîs şêwra Îslamî ya Îranê jî bo mideha 15 rojan pêşnumaya bûdcê û raporên wergirtî hildikole û divê rapora xwe li bara vê pêşnumayê raberî meclîsê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu