ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê teşkîlata dadweriya Îranê û serokwezîrê Iraqê

Serokê teşkîlata dadweriya Komara Îslamiya Îranê, li hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê, piştgîriya dubare ya Îranê ji desthilatdarî û yekperçetiya axa Iraqê ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî, serokê teşkîlata dadweriya Îranê, li dewama sefera xwe ya bo Bexdayê, yekşemiyê bi şev li hevdîtina bi Heyder ebadî, serokwezîrê Iraqê,serketinên vê dawiyê yên Iraqê dijî DAIŞ`ê lê pîroz kirin û piştgîriya Îranê ji hakimiyet û yekperçetiya axa Iraqê ragihand û li ser piştgiriya Komara Îslamiya Îranê ji xurtkirina peywendiyên dualî di hemî waran de sekinî.

di vê hevdîtinê de ku rayedarên payebilind ên dadweriyê yên her du welatan û ji wan Midhet Mehmûd, serokê Konseya Bilind  a Dadweriya Iraqê jî beşdar bûn, Heyder Ebadî, xwest ku peywendiyên di navbera her du welatên cînar de di warên şerrê dijî terorîsm û gendeliyê de, xurt bibe. Serokwezîrê Iraqê herwiha ji îmzebûna hevhatinnameya dadweriyê ya di navbera her du welatan de pêşwazî kir.

Ayetullah Amolî Larîcanî, berêvariya şemiyê li serokatiya taximeka payebilind a dadweriyê, derbasî Bexdayê bû û roja yekşemiyê ji bilî hevdîtina bi Midhet Mehmûd, serokê konseya bilind a dadweriya Iraqê, di civîna rayedarên qezayî yên du welatan de beşdar bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu