IraqNûçeRojhilatanavin

Serketina hêzên iraqî li parêzgeha Nêyînewayê

Hêzên iraqî li navça steratijîk a ”Şerqatê” li parêzgeha Nêyînewayê grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê bi giranî işkest dan û gihêştine 10 kîlomitriya navenda bajarê Nêyînewayê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Li dewama serketinên hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ’ê niha ewna ber bi navenda bajarê Şerqatê diçin û hêvî tê kirin piştî azadkirina tam a vê navçê ji destê terorîstên DAIŞ’ê li saetên pêşberî wan , ewna operasiyona azadkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêyînewayê bi lezgînî dest pê bikin.

Her li vî halî da parêzgarê Selahedînê jî ragihand ku piştî serketinên hêzên iraqî li Şerqatê, endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê li halê revîna ji vê navçê ne.

Bajarê Şerqatê ji Hezîrana sala 2014`an va kete destê terorîstên DAIŞ’ê û niha yek ji sitargehên terorîstên DAIŞ’ê li parêzgeha Selahedînê ye.

Li dewama operasiyona azadkirina bajarê Şerqatê duh şemiyê hêzên ewlehiya Iraqê riyên ku dikevine nav vî bajarî girtine destê xwe û peywenndiya terorîstên DAIŞ’ê tev derve ji vî bajarî jî hate qutkirin.

Herwisa hatiye ragihandin ku firokên şêrr ên Iraqê bi alîkriya firokên şerî yên hevpeymaniya dijî DAIŞ’ê karîn karwana mezin a tirombîlên grûpa terorîst a DAIŞ’ê ku di nav wan da gelek ji serkirdeyên vê grûpa terorîstî hebûn li nav axa vî welatî bombbaran bikin ku li vê operasiyonê tevî şewitîna van tirombîlan gelek ji endamên vê grûpa terorîstî jî hatine kuştin.

Hatiye ragihandin ku piştî işkesta giran a terorîstên DAIŞ’ê li Felûcê van terorîstan dil hebûn ji navçê birevin ku ketine ber hedefa êrişa hewayî ya firokên şêrr ên artêşa Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu