IraqNûçeRojhilatanavin

Li parêzgeha Diyale ya Iraqê hin terorîst hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, heşt terorîst li parêzgeha Diyalê ya li rojhilata vî welatî girtin.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, fermandeyê  polîsê parêzgeha Diyalê li daxuyaniyekê ragihand: Heşt terorîstên ku ji midehekê beriya niha ve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihatine şopandin, roja pêncşemiyê li bajarên Celewla û El Miqdadiyê li parêzgeha Diyalê hatin nasîn û ew girtin.

Nûman Ebd el Zubeyî, fermandeyê Tîpa Heftem a artêşa Iraqê jî ragihand: Hêzên iraqî îro çar xwekujên ku kemberên teqandinê li xwe ve girêdabûn û dil hebûn ji Sûriyê ve derbasî Iraqê bibin, kuştin.

Saziya ewlehiya Iraqê ji roja sêşemiya buhurî ve li bajarên Bexda û Kerbelayê û hin bajarên din ên vî welatî, bi minasibeta rêûrisma rêzgirtina Erbeîna Huseynî, rewşa awarte ragihandin.

Çavkaniyên iraqî radigihînin ku zêde ji 10 mîlyon ziyaretker derbasî bajarê Kerbelayê bûne.

Başa dön tuşu