ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sertîp Pakpûr:Ewlehiya sînoran hewcetiya hevpar a Îran û Iraqê ye

Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, ewlehiya sînoran, weke hewcetiya hevpar a Îran û Iraqê da zanîn û got: Meşqa hevpar a hêzên çekdar ên Îranê û Iraqê bi armanca xatircembûna ji ewlehiya sînorên hevpar li halê cîhatinê ye.

Qonaxa sisiyan a meşqa Heyderê Kerrar a hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ser navê Îqtidarê vê sibê duşemiyê li sînorên  rojavaya  Îranê destpê bû.

Li gorî rapora Sipah Newsê, serdar sertîp Muhemed Pakpûr li kêleka  lidarxistina  meşqa hevpar a hêzên  çekdar ên Îranê û Iraqê li navçên sînorî yên rojava û bakurê rojava  Îranê got: Dabînkirina  ewlehiya mayînde û xatircem di rewşa niha de ku nizama  serdestîxwaz û siyonîzm li dû bêewlehkirina navçê jibo pêşdebirina  armancên xwe yên  kirêt in, pir giring e.

Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî her wiha diyar kir: Îran û Iraq bi hebûna dijminên  hevpar, garantîkirina  ewlehiya sînorên  xwe yên berfireh li hember gefan weke hewcedariyeke  dayimî û hevpar dane zanîn û li vê çarçoveyê lidarxistina  meşqa Iqtidarê  kete rojeva hêzên çekdar ên Îran  û Iraqê.

Sertîp Pakpûr destnîşan kir: Siyaseta  Komara Îslamî ya Îranê li bara ewlehiya sînorên  xwe, beşdarkirina xelkê û rûniştiyên  navçên sînorî li warê ewlehiyê ye.

Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî ya Îranê teqez kir: Dewama  serdestiya lêzanînî ser alugurên  navçên sînorî û derdora wan ji bernameyên operasyonî yên berdewam ên  hêza bejahiyê ya Sipahê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu