CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Rejîmê Sîyonîst dixwazin 300 hezar avahîyên nû yên îşxalê ava bikin

Hat ragihandin çeteyên sîyonîst ên ku Qudsa Rojhilat îşxal kirine û her roj avahîyên îşxalê ava dike ew ê 300 hezar avahîyên nû yên îşxalê ava bike.

Li gor xebera televîzyona Qanal 10 a ku li axên îşxalê weşanê dike çeteya terorê li Qudsa Rojhilat dê 300 hezar avahîyên nû yên îşxalê ava bike.

Di xebera ku hat weşandin de nehat diyarkirin ka ew ê ev avahî li kû bê çêkirin de hat ragihandin parçeyeke “Qudsa Mezin” e.

Berî niha jî hatibû ragihandin ku ew ê li Deşta Urdunê ya lu Şerîaya Xerbê jî 10 hezar avahîyên îşxalê bên avakirin.

Sîyonîstan ji sala 1967an vir ve li Şerîaya Rojava ya ku îşxal kirine de 131, li Qudsa Rojava 10 û li herêmên li ser girikên Şerîaya Rojava jî tev de 116 warên îşxalê çêkirine.

Li gor hiqûqa navneteweyî îşxala ku li van herêman hatine kirin tev dereqanûnî ne

Her wiha derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve yê Fîlîstînê ve daxuyanîyek hat dayîn, di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin plan tê tetbîqkirina qerara Serokê Dewleta Amerîka. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu