CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Tunisê karkerek din ji ber rê ji karkirina wî re hat girtin xwe şewitand

Karkerek Tunisî li dijî rê girtina karkirina wî di nav bazarê de xwe şewitand û nerazîbûn û xwepêşandan li dû vê bûyerê de hatin.

Ew karkere ku li ser erebê ji xwe re fêkî difiroşt, duh êvarî 10.05.2017ê li pêş binkeyê polîsê bajarokê Teberiye ku 35 kîlometre li paytextê dûre û agir berda bedena xwe.

Li gor şahidên bûyerê, polîs rê li firotina fêkî ya bi erebê ji wê ciwanî girtiye û wî jî wek nerazîbûn xwe şewitandiye û polîs ew agirê bedena wî temirandiye û rêkirye nexwaşxanê.

Enîs Mebrûkî ku xelkê wî bajarokî ye ji ajansa Reutersê re ragehandiye rewşa wî bajarokî pir xirabe û polîs bi dehan karker û kasibkar girtine.

Polîs ragehandiye wî ciwanî xwestiye ereba xwe li cîheke ne yasayî rawestîne û fêkî bifroşe, lê polîs jê daxwaz kiriye ereba xwe bibe cîheke din û wî jî xwe şewitandiye.

Di roja 17.12.2010ê hemwelatiyek Tunisî yê bi navê Mihemed Ebu Ezîzî yê temen 26 sal bi heman awayî wek nerazîbûn li hember rêgirtina firoştina fêkî li ser erebê xwe şewitand. Xwe şewitandina wî bû sedemê xwepêşandan û nerazîbûna li Tunisê û piştre wek şoreş û buhara ereb hate pênase kirin, xelkê daxwaza hilweşandina rejîma Tunisê kir û rejîm têkbir. Li dû wê bûyerê li gelek welatên ereb heman awayî li dijî rejîmên desthilatdar xwepêşandan pêkhatin. (Lîbya, Misir, Yemen û Sûriyê) (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu