ÎranNûçeRojhilatanavin

Karsazekî kurd ji aliyê serokomarê Îranê ve hat xelatkirin

Karsazekî kurd û xwedanê  şîrketeke çêkirina amûr û aletên çandiniya modern ji aliyê serokomarê Îranê ve hat xelatkirin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, duh 8 karsazên ku di warê çêkirina amûr û aletên çandiniya modern de serkeftî bûne, xelat kir.

Yek ji wan karsazan, kurdekî xelkê bajarê Bokanê yê Kurdistana Rojhilat bi naê Seyîd Arif Siyadet bû.

Rûhanî, xelatnameyek pêşkêşî wî karsazê kurd kir û tê de spasiya wî kir ku kariye di warê çandiniya modern de serkeftinê bidest bixe û xizmetek mezin bi çandiniya Îranê û parêzgeha Ormiyê bike.

Seyîd Arif Siyadet, sala 1986 li bajarê Bokanê, kargeha çêkirina amûr û aletên çandiniyê çêkir. Piştî demekî karî bi şîrketên mezin ên cîhanê re kar bike û roj bi roj pêş bikeve.

Gelek alet û mêtodên çandiniyê, bo cara yekemîn ji aliyê wî karsazê kurd ve derbasî Îranê hatine kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu