NûçeRojhilatanavinSûriye

Milîtanan li Helebê êrişî korîdora sivîlan kir

Televîzyona dewlet a Sûriyeyê El İxbariye ragihand ku milîtanên muxalif li taxa Ramuse ya Helebê êrişî korîdora tahliye ya sivîlan kir.

Li gorî televîzyona dewlet a Sûriyeyê El İxbariye dema ku milîtanên li Helebê dihat tahliyekirin xwestin hinek kesan dîl bigirin û peymana ku bi hikûmeta Sûriyeyê re kiribûn îhlal kirin.

Herwiha li gorî nûçeya El İxbariye ji bo ku peyman hate ihlalkirin tahliyeya milîtan û malbatên wan ji Helebê hate rawestandin. Li gorî El İxbariyeyê berê jî milîtanan koridora sivîlan a taxa Ramuse ya Helebê bombebaran kiribû.

Di berwamiya nûçeyê de tê gotin ku tam dema otobusa ku sivîl têdebûn ku bajarê Helebê biterikîne milîtanan ji rojhilatê bajêr êriş kir. Li gorî zanyariyan leşkerên artêşa Sûriyeyê diçin herêma bûyerê.

Digel vê hat ragihandin ku gundên Fua û Kefra yê girêdayî Idlibê ku di bin kontrola milîtanên muxalif de ye di dema tahliyeyê de li wir jî êrişa çekdarî pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu