NûçeRojhilatanavinSûriye

Kazakîstan dîroka Astana 4ê ya bo hevdîtinên Sûriyeyê eşkere kir

Wezereta Karên Derve yê Kazakîstanê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku ji bilî beşdarbûna welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê bo hevdîtinên Sûriyeyê ya li Astanayê ku di 14-15ê Adarê de pêk were, li benda erê kirina beşdarbûna leşkerên muxalîf û hikumeta Sûriyeyê ne.

Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku welatên Urdun, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine vexwendin û di roka ewil e hevdîtinê de dê hevdîtinên destpêkê, roja duyemîn de jî dê runîstina giştî pêk ben.

Civîna ewil ê Astanayê di pêşengiya Rûsya û Tirkiyeyê de di 23-24ê Rêbendanê de pêk hatibû.

Şandayên ku ji bo zexm kirina agirbesta li Sûriyeyê ku di 30ê Berfanbara 2016an de hat ragihandin beşdarî civînê bibûn li ser ava kirina mekanîzmayekî sêalî (Tirkiye, Îran û Rûsya) li hev kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu