AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Kazakistan: “Ji bo hevdîtinên Astanayê em amade ne”

Wezareta Derve ya Kazakistanê ragihand ku ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê ku di 23ê Rebendanê de wê li Astanayê werin kirin em amade ne.

Wezîrê Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov di daxuyaniya xwe de ragihand ku em wekî Kazakistanê bi her awayî amade ne. Peşniyara min ev e bila hevdîtinên Astanayê di dîroka 23ê Rebendanê de ku hatiye plankirin werin sazkirin. Kayrat Abdrahmanov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Her tiştê derbarê civînê de piştî ku lîsteya beşdarvan û formata wê diyar bû dê zelal bibe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu