ÎranNûçeRojhilatanavin

Kemalwendî: Îranê sozên xwe li rêketinnama navokî cih anîne

Alîkarê karûbarên hiqûqî û navneteweyî û berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê berpirsiyariyên xwe li bara çavkaniyên Ava Giran yê li gorî rêketinnama navokî cih anîne.

 Bêhrûz Kemalwendî alîkarê karûbarên hiqûqî û navneteweyî û berdevkê Rêxistian Enerjiya Atomê  ya Îranê berêvara pênşemiyê li bersiva îdiaya birêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê derheq vê yekê ku çavkaniyên Ava Giran a Îranê ji asta xwe derketiye, got: Li gorî rêketinnama navokî diviya me zêde ji 130 ton Ava Giran a berhemhatî bişanda bazarên  navneteweyî ku heya niha me70 ton firotiye û muzakirên tev  welatên bikirr bi taybet ewropiyan li vê barê didome.

Kemalwendî li hevpeyvîna taybet bi nûçegihanê IRIB News`ê re got: Girîng eva ye ku em zêde ji 130 ton Ava Giran a berhemhatî bişînin  bazarên navneteweyî ku ev kara  li gorî hevhatina  navokî li nav bernama karê me ye û madem ku rêketinnama navokî heye emê vê berpirsiyariya xwe cih bînin.

Berdevkê Rêxistian Enerjiya  Atomê ya îranê her wiha  pêgiriya  Amano ser cihanîna Îranê ya sozên padmanî, protekolî û Rêketinnama  Navokî ji xaklên girîng ên rapora  rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu