NûçeÎranRojhilatanavin

Kenanî Çafî: Berbendeke cidî li ser rêya vejiyandina Lihevkirinameya Atomî tuneye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Berbendeke cidî li ser rêya vejiyandina Lihevkirinameya Navokî tuneye û mijarên ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hilêdixe, ji ber dosyesaziya siyasî ye.

Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî redkirina hin gotinan li ser vêya ku hêviya boi vejiyandina Lihevkirinameya Navokî kêmtir bûye, got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye mijarên ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê wan hilêdxie bi awayekî avaker vekolîne û garantiyek were îcadkirin ku ev mijar careke din di pêvajoya cihanîna lihevkirinameyê da wek berbend xuya nebin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra hertim hevkarîne erênî û berbipêş bûne û Îran tekeziyê li ser parastina cîgeha pisporî û profesiyonal Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê A wek jêderka ssereke ya çavdêriya li ser çalakiyên navokî yên welatan dike.

Kenanî Çafî bi gotina vêya ku vekirina dosyeya navokî ya aştiyane ya Îranê wek dosyeyeke navneteweyî ya gengeşeliser ji ber rêbazên siyasî pêk hatiye, tekez kir: Tekeziya Komara Îslamî ya Îranê ev bûye ku hevkariya bi Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra dikare ji bo rakirina babetên nediyar ku aliyên din bi armancên siyasî îcad kirin, alîkar be û hema bi vê nêrînê bi pêş va çûye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Îranê heta niha hem bi awayê dualî bi Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra hevkarî kiriye û hem di çarçoveya Lihevkirinameya Navokî ya sala 2015an da, herî zêde bi Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra hevkarî kiriye.

Başa dön tuşu