Kesên nenas bi bombeyên destçêkirî êriş kirin ser hêzên ewlehiyê yên li navenda bajarê Atênê paytexta Yewnanistanê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Li encama êrişa siba roja yekşemiyê ya kesên nenas ser hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê ku jibo dabînkirina ewlehiya merasima eyda Krîsmesê li navenda bajarê Atênê kom bibûn çendkes ji hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Polîsê Yewnanistanê kesên nenas ên êrişkir wek anarşîst daye zanîn.
Anarşîstên niqabdar ji sala 1974an yanê ji dema ku demokrasî li Yewnansitanê hat damezrandin bi dîtina kombûna hêzên ewlehiyê êrişî ser wan dikin û ev pêvajoya tim didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)