ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Serketina artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li Teizê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê karîn pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Mexa li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê bigrin û derbeyekî giran li van terorîstan xînin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li operasiyonekî serketî karîn pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Mexa li  parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê bigrin û vê navçê ji destê terorîstan bigrin û gelek ji terorîstan û kirêgirtiyên Erebistanê li vê navçê bikujin.

Bingehên yemenî ragihandin ku li vê operasiyonê herwisa sê tankên eskerên Erebistanê jî hatin îmhakirin.

Li gor nûçeyekî din ji Yemenê, hêzên artêş û yên gelanî yên vî welatî li derûdora çiyayê El-Narê li parêzgeha Teizê karîn derbeyekê li kirêgirtiyên Erebistanê xînin û 4 tankên wan jî ji nav biben û dehan kirêgirtiyan jî bikujin.

Rejîma  Alê Siûd ji Adara 2015`an bi piştgiriya Emerîkayê êrişî ser Yemenê kiriye. Li encama vê êrişê bi hezaran kes hatien kuştin an birîndar bûne û herîkêm  3 milyon kes jî mişext û aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu