NûçeRojhilatanavinSûriye

Keşfkirina çek û sîlehên emerîkî li derdora Dêrazora Sûriyê

Artêşa Sûriyê li bara peydakirina gelek çek û sîlehan ku hin ji wan berhemên Emerîkayê ne li navçên derdora Dêrazorê li rojhilata Sûriyê agahî da.

 Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, artêşa Sûriyê raghand: Di dema  lêgerîn  û paqijkirina  gundên azadbûyî ji lepên  koma treorîstî ya DAIŞ`ê li derdora Dêarzorê, gelek çek û sîlehên emerîkî û ewrûpî hatine keşfkirin.

Li gorî vê raporê, hin çekên keşfbûyî jibo guhestina  bo cihên din hatibûn barkirin ku li nav wan cureyên topan, hawan, çekên sivik, trimbêlên li dijî gulleyê yên bombekirî yên berhemên  Emerîkayê hebûn.

Pêştir jî artêşa Sûriyê, çend depoyên  çek û sîlehan ên berhemên Îsraîlê her wiha  yên welatên rojavayî ji wan Emerîka li navçên curbicure Sûriyê keşfkiribûn.

Di eynî demê de, SANA News`ê ragihand: “Li encama êrişên  hawanê yên terorîstan ser gundê Derbelê li başûrê rojava  parêzgeha  Rîfa Şamê li başûrê Sûriyê, welateiyekî sûrî hat kuştin. Li encama  vê êrişê, gelek xisaret li mal û darayiyên  xelkê vî gundî ket“.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an  bi êrişa berfireh a komên terorîstî  jibo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîam Siyonîstî destpê bû.

Artêşa Sûriyê û hêzên  mêhwera berxwedanê, 19`ê Mijdara 2017`an  karîn ku bajarê Bûkemalê li başûrê parêzgeha Dêrazorê li rojhilata  Sûriyê ji lepên  DAIŞ`ê azad bikin. Piştî azadkirina  vî bajarî,  di pratîkê de  dosiya koma terorîstî ya DAIŞê li Sûriyê hat girêdanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu