CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Keştiya balafir a rûsî Kuznetsov ji Sûriyeyê vediqete

Berpirsên Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku wan hêza xwe ya li Sûriyeyê kêm dikin û pêşî di nava grûba vegerê de keştiya Kuznetsov heye.

Berpirsê Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan hêza xwe ya li Sûriyeyê kêm dikin û pêşî di nava grûba vegerê de keştiya Kuznetsov heye. Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov di axaftina ya vekişandina hêzên rûsî ji Sûriyeyê de got: “Li ser biryara Serfermandar Vladimîr Pûtîn em hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm dikin û di nava grûba pêşî ku ji welat veqete de Keştiya Amîral Kuznetsov û kruvazora Pyotr Velîkiy cih digirin.”

Li gorî daxuyaniya Gerasîmob ev herdu keştî tevlî personelên wê dê vekişin û li rawestgeha xwe ya Rûsyayê wê demir bavînin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî ragihandina agirbesteke di bin garantoriya Enqere û Moskowê de biryar da ku beşek hêzên leşkerî yên Rûsyayê ji Sûriyeyê vekişin. Agirbest di şeva 30ê Berfenbarê de hatibû ragihandin û rêxistinên El Nûsra û DAIŞê ne di nava agirbestê de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu