AsyaCîhanNûçe

Keştiya balafirên şer a Çînê diçe Pasîfîkê

Keştiya balafirên şer a Artêşa Rizgariya Gelê Çîne ji bo çûna Pasîfîkê kete rê. Hat ragihandin ku keştiya balafir a bi navê Liaoning wê di deryayên vekirî de tetbîqateke leşkerî pêk bîne.

Wezareta Parastin a Çînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku keştiya balafiran di sala 2012an de kete envantera artêşê, keştiya Liaoning xwediyê qapasiteya ku bikaribe 30 balafirî hilbigire ye û ji bo tetbîqatê amade ye. Li gorî daxuyaniyê keştiya Liaoning ku serpereştiya fîloya Çînê dike piştî tetbîqata Kendava Bohay û Deryaya Zer wê here Pasîfîkê.

Rêvebiriya Pekînê, ji ber tetbîqatên ku li Pasîfîka Rojava, Deryaya Çîn a Başûr û Deryaya Çîn a Bakur pêk tîne tim bi welaten herêmê û Amerîkayê re dikeve nava gengeşiyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu