FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Şehîdbûna hemşîreya filistînî serşûriya duberanber a Rêjîma Siyonîst e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şehîdbûna hemşîreya fislitînî li Zîvala Xezeyê serşûriyek din li ser serşûriyên Rêjîma Siyonîst da zanîn.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li peyamekê ji Twitterê bal kişande ser Vêtoya biryarnameya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya şermezarkirina kuştina gelê Filsitînê bi destê siyonîstan ji aliyê Amerîkayê va û nivîsî: Di heftiya ku Rêjîma Siyonîst peyameka bi ehmeqtiyê bo gelê Îranê dişîne û hevdem piştgirên amerîkî yên vê rêjîmê biryarnameya şermezarkirina bikaranîna hêza mirinbar dijî xwenîşanderên bêçek vêto dikin, gulleavêjên vê rêjîmê hemşîreya filsitînî ku birîndar derman dikirin, şehîd dikin, ev yani serşûrî li ser serşûriyê.

Rezan Necar (Razan Al Najjar), hemşîreya  filsitînî di dehemîn Îniya Xwenîşandana mezin a mafê Vegeriyanê li sînorê Zîvala Xezeyê û zemînên dagirbûyî li halê gihandina lîkariyê bû ku bi gulleyê çekdarên siyonîst şehîd bû.

Roja Îniyê biryarnameya pêşniyarkirî ya Kuwêytê ku daxwaza hilkolandina cnayetên Rêjîma Siyonîst li zemînên dagirkirî kiribû, tevî hebûna 11 dengên Erê bi dengê Vêtoya Amerîkayê ji rojeva Kosneya Ewlehiyê ya NY hat derxistin.

Rêjîma Siyonîst bi piştgiriya dewleta Amerîkayê û di bin siya siyaseta sazişkarî û aştiyê ya hin welatên ereb, kuştina gelê Filsitînê zêdetir kiriye û van rojan Zîvala Xezeyê bûye meydana kuştina gelê Filsitînê bi destê siyonîstan.

Filistîniyên Zîvala Xezeyê ji roja 30ê Adara 2018an va hevdem digel Salvegera Roja Erdê xwenîşandanin bi navê Meşa Mezin a Mafê Vegeriyanê li navçeya sînorî ya zîvala Xezeyê li dar xistine.

Filsitîniyan ji sala 1976an û vir va roja 30ê Adarê wek Ropja Erdê Filistînê bi nav kirine û rêzê lê digirin.

Rêjîma Siyonîst di 30ê Adara sala 1976an da bi hezaran hiktar ji erd û zemînên filsitîniyan dagir kir û vê kiryarê welatiyên filsitînî li seranserî axa Filsitînê hêrs kir.

Başa dön tuşu