AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê xwest ku berbendên ser riya hevkariyên aborî û ticarî navbera beşên dewletî û xusûsî yên Îran û Iraqê werin rakirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih duh li hevdîtina serokê giştî yê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî li Bexdayê got: Muzkireyên Îran û Iraqê ji bo rakirina berbendên ser riya hevkariyên ticarî û aborî divê berdewam kin û dewleta Iraqê piştgiriyê dide vê hedefê.

Berhem Salih herwiha razîbûna xwe derheq lihevkirina bankên navendî yên Îran û Iraqê li dema sefera Himetî ya Bexdayê diyar kir û li hevdîtina xwe û Himetî rewşa herî dawiyê  ya pêwendiyên aborî û diravî yên du welatan hilkoland û du aliyan derheq riyên berfirekirina pêwendiyên ticarî navbera du welatan axivtin .

Pêwendî û hevkariyên du welatan li gişt mijaran ji riya şirîkatî û hevkariyên bi bandor yên wekî piştgiriya ji pêvajoya berfirkirin û geşedana aborî û çêkirina şixulan mijarên din bûn ku li vê hevdîtinê ketin ber çavan.

Serokê giştî yê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî roja sêşemê bi serokatiya taximekê gihêşte Bexdayê

Ebdulnasir Himetî serokê banka navendî ya Iraqê Elî El-Elaq roja sêşemê rêketinameyeke mekanîzm û sîstema fînasnsî bona hêsankariya ticaretê navbera du welatan îmza kirin.

Başa dön tuşu