ÎranNûçeRojhilatanavin

Kiryarên Îranê li Sûriyê hevaheng digel vî welatî ne

Hisên Cabirî Ensarî, Cîgirê erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Îranê roja sêşemiyê li hevpeyivîneke ligel nûçegihanan li Şama paytexta Sûriyê bal kişande ser viya ku hemî kiryarên Îranê li Sûriyê bi hevahengiya dewleta vî welatî pêk tên, got: Her kiryara li Sûriyê bêyî hevahengiya ligel dewleta vî welatî nayê pejirandin û wê encamên nerênî bi xwe ra bîne.

Cabirî Ensarî got: Nabe ku mirov qala agirbesê bike û ji aliyê din va pişta têrorîstan bigire. Tişta ku demek berî viya li Dêyrezura (Rojhilata Sûriyê) qewimî, pirseke ciddî li bara armanc û siyasetên Amerîkayê çêkir.

Cîgirê erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Îranê her viha got: Ev encama bûyerekê nine, belki nîşana lîstina bi belgeya têrorîsmê ye. Hinek ji aliyên bibandor li dijî her cûre agirbesê ne ji ber ku siyaseta wan li ser esasa dewama qeyranê li Sûriyê ye.

Cabirî Ensarî bi bîr xist: Parastina yekîtiya Sûriyê zêdetir ji her aliyekî bibandor li ser ustiyê sûriyan e; heta wê demê ku vîn û iradeya pêwsît ji aliyê pişkên gelê Sûriyê hebe, tu hokarek nikare yekparçetiya axa vî welatî têk bibe.

Cîgirê erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Îranê got: Em hêvîdar in ku gel û dewlet û komên siyasî û civakî yên Sûriyê bi berxwegirtina siyasetên dirust rewşê ji bo bidawîanîna qeyrana vî welatî amade bikin.

Cîgirê erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Îranê li sefera xwe bo Sûriyê heta niha tev serokomar, serokwezîr, wezîrê karên derve û cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê hevdîtin kiriye û li bara mijar û meseleyên vî welatî û navçeyê û hevkariyên duyalî gotûbêj kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu