ÎranNûçeRojhilatanavin

Kîyarostemî, fîlmçêkirê navdar ê îranî çû ber dilovanîya Xwedê

Ebas Kîyarostemî fîlmçêkirê navdar ê sînemaya Îranê ji ber nexweşîyê di temenê 76 salîya xwe da emrêxwedê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebas Kîyarostemî, fîlêmçêkerê navdar ê îranî ku jibo dermankirina nexweşîyê çûbû Fransayê, duh danê êvarê ji ber giranîya nexweşîyê li Parîsê koça dawîn kir.

Kîyarostemî fîlmnamenivîs, amadekar, fîlmçêkir û fotogefêrekî navnetewî bû ku sala 1940`î li Têhranê hat dinê.

Kîyarostemî bi fîlma Tama Gîlasê di sala 1997`ê da xelata Zêrîn a Mêhrigana Fîlman a Canes`ê bi dest xist.

Fîlmên Tama Gîlasê û Mala Dosti Li Ku Ye ji wan berhemên navdar ên vî fîlmçêkirê îranî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu