NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşek xelkê Helebê vedigerin warên xwe

Birîkarê kordînatorê navneteweyî yê karûbarên mirovî li Sûriyê Seccad Melîk, ragihand ku niha 1 milyon û 500 hezar kes li Helebê niştecî bûne. Di nav wan de 400 hezar koçber jî hene.

Piştî ragihandin û cîbicîkirina agirbestê li Sûriyê, bi gotina Melîk, 2 hezar û 200 malbat vegeriyane cih û warên xwe. Lê malên wan weke kavilan diyar dikin.

Di vê çarçoveyê de, li gorî gotina Melîk, rêxistinên hawarçûnê jî alîkariya wan kesên vegeriyayî dikin.

Bajarê ku dîroka wî vedigere berî hezarê duyem li pêş zayînê, bi wateya ku temenê wî bêhtir ji 4 hezar salan e, di 6 salên krîza Sûriyê de kete ber metirsiya valabûn û wêraniyeke yekcar. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu