NûçeErebîstanRojhilatanavinYemen

Koalîsyona Erebistana Siûdî keştiyeke ku benzînê diçû Yemenê desteser kir

Şîrketa Niştîmanî ya Niftê ya Yemenê ragihand ku koalîsyona êrîşkar a Siûdî keştiyeke ku benzînê hildigirt desteser kirin û birin peravên Cîzanê.

Kompanyaya niftê ya Yemenê duhî bal kişande ser desteserkirina vê gemiyê ji aliyê êrişkeran ve û ragihand ku tevî destûra pêwîst ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ew keştî hatiye desteserkirin.

Demek berî niha kompanyaya niftê ya Yemenê ragehandibû ku hevpeymaniya Siûdî û Îmarat tevî wergirtina îzna NY bo ketina bendera Hudeydê dest danîne ser gemiyek barhilgir benzînê û ev yek jî binpêkirina sozên xwe yên derbarê agirbestê de ye.

Koalîsyona Erebistana Siûdî keştiya Sandus a ku zêdeyî 29 hezar ton benzîn hilgirtibû desteser kir. Berdevkê Şîrketa Petrolê ya Yemenê ragihand ku hevpeymaniya siûdî agirbesta 2 mehan li avên Yemenê binpê kir.

Agirbesta li Yemenê ku çend caran ji aliyê hevalbendiya Siûdî ya êrîşker ve hatiye binpêkirin, piştî rawêjkariya Neteweyên Yekbûyî ji bo nûkirina wê, di dawiyê de, nêzîkî mehekê berî niha, bo du mehên din hat dirêjkirin.

Başa dön tuşu