ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê pasdaran ê Îranê sêyemîn karistana xwe ya berhemanîna mûşekan damezirand

Fermadarê Hêza Hewa Fezaya Sipahê Pasadrên Înqilaba Îslamî ya Îranê qala damezirandina sêyemîn karistana berhemanîna mûşekan li Îranê ji aliyê Sipahê pasdaran va kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Fermadarê Hêza Hewa Fezaya Sipahê Pasadrên Înqilaba Îslamî ya Îranê, serdar Emîr Elî Hacîzade roja pêncşemiyê bal kişande ser damezirandina sêyemîn karistana berhemanîna mûşekan ji aliyê Sipahê Pasadaran va û got: Îran li warê berhemanîna firokeyên bêfirokevan, radar, şerê elektronîk û Pedafenda hewayî  ji welatên di asta yekem da li navçeyê ye.

Fermadarê Hêza Hewa Fezaya Sipahê Pasadrên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Zanyarên îranî karîn  mûşeka erd bi erd pêk berhem bînin ku gişt qonaxên wê ji îdeyê heta berhemê ji aliyê pisporên îranî va pêk hatiye.

Fermadarê Hêza Hewa Fezaya Sipahê Pasadrên Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha tevî pêgiriya li ser hêza zêde ya leşkerî û berevaniyê ya Îranê, got: “Hêzên çekdar û ewlehiyê yên welêt bi palpiştiya şiyana berevaniya pêşketî û di bin fermandetiya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, wê nema rê bidin ku êrîşên leşkerî ji aliyê tu hêzxurtekî li dijî Îranê pêk werin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu