NûçeRojhilatanavinSûriye

Hikûmeta Sûriyê belavokên hişyariyê li ser bajarê Idlibê belav dike

Helîkopterên serbazî yên Sûriyê, hin belavok li ser beşekî ji bajarê Idlibê avêtine û têde daxwazê ji xelkê dikin, ku tevlî piroseya lihevhatinê bi Hikûmetê re bibin.

Ji aliyê xwe ve, Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kiriye, ku di naveroka wan belavokan de hatiye: Şer ber bi dawîbûnê ve diçe, hevkariya we bi Hikûmetê re, wê we ji desthilata çekdaran rizgar bike, dem hatiye ku rijandina xwînê raweste, em ji we dixwazin ku hûn tevlî piroseya lihevhatinê bibin.

Başa dön tuşu