EfrîqaEwropaNûçe

Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin

Piştî ku peymana aştiyê ya di navbera FARCê û Hikûmeta Kolombiyayê di referandûmê de hate retkirin, Kolombiya ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştiyê ya Nobelê hate derxistin.

Beriya referandûmê, Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos û serokê FARCê Rodrigo Londono bi nasnav ‘Timoşenko’ favoriya herî mezin ên Xelata Aştiyê ya Nobelê bûn. Li gorî nûçeya BBC beşê tirkî, piştî ku di referandûmê de dengên ‘neyênî’ biser ketin, Serokê Enstituya Lêkolînên Aştiyê li Osloyê Kristian Berg Harpviken got: “Kolombiya ji hemû lîsteyên namzet ên pêewle derket ku di raya giştî de li ser dihate axavtin.” Dîroknas Asle Sveen ji Reutersê ra daxuyand ku ji ber avakirina peymana nukleer Wezîrê Karê Derve John Kerry û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarif û Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya YEyê Federica Mogherini namzetên navên wan derbas dibe ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu