IraqNûçeRojhilatanavin

Koma Çekdar a Alayên Sipî li Iraqê

Fermandetiya hêzên Berteka Lezgîn a Iraqê li daxuyaniyekê hin agahiyên nû li bara nasnameya koma Çekdar a Alayên Sipî li vî welatî raber kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, sertîp Samir El Husênî, got: Dema ku alayeke komên terorîst li welêt dikeve xarê ku ya herî dawîn jî DAIŞ bû, navên nû bi alayên nû bilind dibin, lê çavkaniyan wan hemiyan yek e.

Husênî, herwiha got: Piştî şikesta DAIŞ`ê li Iraqê û li navçeyên Tûzxûrmatoyê li rojhilata parêzgeha Selahedînê û serdestiya qanûna dewleta navendî li vê navçeyê ji 16`ê Cotmeha sala 2017`an ve, rêxistineka nû ya ser navê Alayên Sipî pêk hatiye.

Fermandetiya hêzên Berteka Lezgîn a Iraqê herwiha berdewam kir: Rastiya mesela vê koma çekdar eva ye ku paşdamaiyên DAIŞ, El Qaide û komên din ên terorîst ên wek wan, bi hejmarek ji cidatîxwazên neyarê rewşa niha re, li navçeyên kêşeliser bûne yek û ev koma pêk anîne.

Her di vê çarçoveyê de artêşa Iraqê, li daxuyaniyekê ji destpêbûna operasyona leşkerî ya sibeha îro çarşemê (7`ê Sibatê) li hin navçeyên rojhilata parêzgeha Selahedînê û li nêzîkî Kerkûkê agahî da û armanca wê dabînkirina ewlehî û paqijkirina navçeyên rojhilatê parêzgeha Tûzxûrmatoyê ragihand.

Başa dön tuşu