Kombûna li Parîsê bona piştgîriya ji penaberan
Paytexta Fransayê bû qada kombûna penaberan û alîgirên wan a jibo nîşandana nerizamendiya li hember rewşa nebaş a wan kesana.
Li gorî rapora malpera rojnama fransî ya Le Figaro`yê, bi sedan kes ji penaberan, saziyên berevanên mafên mirovan û alîgirên penaberan, çarşemiyê bi şev li taxa Stalîngerad a li bakûrê Parîsê, kom bûn.
Beşdarên li vê kombûnê, xwestin ku pişta penaberan were girtin û mafên mirovan li hember wan were berçavgirtin. Saziyên beravan ên mafên mirovan, bal kişandin ser gihîştina demsala sirê û dewleta Fransayê vexwendin ku penaberan li cihên ewleh û guncav bi cih bikin û helbet demlidest xwesteka iqamet yan mayîna wan jî bişopînin.
Para zêde ya van penaberan, welatiyên welatên Efxanistan, Sûmalî û Sûdanê ne.
Nêzî 2 heya 2500 penaber li kempên taxa Stalîngrad`ê bi cih bûne.
Dewleta Fransayê ragihandiye ku dil heye piştî kavilkirina kempa Kalê, kempên vê taxê jî vala bike û wan li navendên mayînê li gişt welêt bicih bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)