NûçeRojhilatanavinSûriye

Dermankirina terorîstên birîndar ên Bereya El-Nusreyê li Îsraîlê

Serokê berê yê saziya sîxorî û îstixbarata Rejîma Siyonîstî (Mossad) eşkera kir ku terorîstên birîndar ên bereya El-Nusreyê li Îsraîlê li nxweşxanên îsraîlî tên dermankirin.

Malpera nûçeyan a Al-Nashrah ya Libnanê ragihand ku Serokê berê yê saziya sîxorî û îstixbarata Rejîma Siyonîstî (Mossad) Afraym Halîwey duh li press konferansekê de got: Hêzên birîndar ên Bereya El-Nusreyê ku li Sûriyê li dij hikûmeta vî welatî şer kirine, li nexweşxanên Îsraîlê tên dermankirin Afraym Halîwey li vê press-konferansê de got: Alîkariya bo Bereya El-Nusreyê li çarçova armancên Îsraîlê cih digire .

Berî viya jî çavkaniyên nûçeyan eşkera kiribûn ku Rejîma Îsraîlê birîndarên terorîst ên li Sûriyê li nexweşxanên vê rejîmê derman dike.

Herwiha eşkera bûye ku ev rejîma hertim alîkariya sîlahî û fînansî dide terorîstên li Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu