AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Komên Berxwedanê û gelên hişyar ên navçê pêşîya plana amerîka yê digirin

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: “Komên Berxwedanê û gelên hişyar ên navçê pêşîya pêkhatina plana amerîkî ya ‘Danuistandina Sedsalê’ digirin”.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê Elî Şemixanî di hevdîtina digel Sêkrêtêrê Gişt ê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê Zîyad Nexale li Têhranê da got: “Cinayetên gellek mezin ên dijî gelê Filistînê bi saya propaganda berfire ya mêdyayên sîyonîstan ketine ber bandora hovîtîya komên tekfîrî ku eva zilmeke duqatî li hemberî armanca Filistînê ye”.

Şemixanî pêgirî li ser piştgirîya berdewam a ji armanca Filistînê wekî yek ji isûlên bingehîn ên sîyaseta derve ya komara Islamî ya Îranê kir û got: “Ji destpêka Inqilaba Îslamî va, Îran hertim li rex gelê berxwedêr û mezlûm ê Filistînê bûye û ev yeka ji bawerîyên dînî û mirovî çavkanîyê digire û dê heta serketina tam a Bereya Berxwedanê bidome”.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê xala werçerxanê di dewama hereketên gelanî yên Bereya Berxwedanê da zanî û got: Gelê Filistînê naxwaze desta ji war  ûwelatê xwe bikêşe û roja îro alîgirên mentiqa dêmokirasîyê di imtihana piştgirîya ji vê daxwaza giştî ya li hemberî dagirkeran da ne.

Sêkrêtêrê Gişt ê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê Zîyad Nexale jî bi gotina vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê ji piştgirên sereke yên armanca Filistînê ye, dîyar kir: Komên berxwedanê anegorî berê potansîyel û karayîyên xurt û di asteke bilind da li hemberî zorbêjan hene û encama wan karayî û şîyanan li meşa Mafê Vegerê u işkesta Rêjîma Sîyonîst di êrişa vê dawîyê da derket holê.

Başa dön tuşu